Dengbejî yek ji wan stûnen herî xurt ye zargotina Kurdî ye. Dengbej dema ku distire ne tene bi xweşiya denge xwe, herwiha bi mijara kilama xwe bi teşbîh û metaforen zimane xwe bûyeran ji nû ve di hişe guhdaran de vedijîne. Ev xal dengbejiye ji asta muzîke derdixe û di zargotina Kurdî de li ser textekî nû dide rûniştandin.
Dema ku behsa dengbejî û dengbejan bibe, beguman nave ku herî zede te ser ziman, dengbej Şakiro ye.
Şakiro bi denge xwe bi terza vegotina xwe û bi hûnandina teşbîh û tabîren xwe nave xwe wek efsaneyeke daye nivîsîn. Li gund û bajaren Kurdan, di dawet û cemaaten Kurdan de banden ku li ber denge Şakiro hatine tijekirin, carinan di boxçe bûkan de bûne xelat, carinan bûne diyarî di navbera eşîr û egîtan de.
Ev berhema di deste we de, em dikarin bibejin ku heta îro xebata herî berfireh e ku li ser kilamen Şakiro hatiye nivîsîn.
35 heb li ser serhildane, 183 heb li ser evîniye, 27 heb di derbare şeren navxweyî de, 3 heb destan û 18 heb jî di derbare xwezaye de bi tevahî 266 kilam hatine berhevkirin.
Gelek ji van kilaman cara yekem e ku derten hole.
Di vê berhema ku serpêhatiya amadekirina we ji 10 salan zede di ber xwe dayî de, kurtejiyana Şakiro û hemû kilamen ku ji aliye Şakiro ve hatine gotin yek bi yek hatine nivîsîn. Herwiha gelek peyv, nav û teşbîhen ku di kilaman de derbas dibin hatine îzahkirin.