Ev berhem, ji gelek meselok, pêkenok, çîrok û serpêhatiyên di nava civakê de tên gotin pêk tê. Bi taybetî ji wan hinên di nava civaka kurd de tên zanîn, cara yekem bi ûslib û vegotina xweser a nivîskar di vê berhemê de cih digirin.
Gelek meselok, çîrok û serpêhatiyên di vê berhemê de xwedî naverokek watedar in ku di roja me de jî hê hewce dike mirov ders jê derxe û sûd jê werbigire.
Tiştek din, em bi saya hin çîrok û meselokên di vê berhemê de, hînî çîrokên gelek gotinên pêşiyan û biwêjan dibin.
Ev berhem dê carinan xwendevanên xwe bikenîne, carinan biramîne û carinan jî noqî nava hiznekê bike.