Çi çax be ew ê şev bi dawî bibûya, ew ê şeveqeke ku dinyayê hêj ew nedîtiye biavêta. Çi çax be ew ê derî vebûya, merasîma derbasbûna saetan, a asîman û çolên li asîmanan dest pê bikira. Heta wê çaxê li rûyê şevê yê bêxew, yê çalbûyî, yê bi dewsa pehînan reşbûyî, min ê serê xwe daniya ser çokên xwe û li benda hatina dora xwe bisekiniyama. Li benda bidawîbûna çîrokeke ku ji zû ve ez ji bîr kirime… Weke ku li gûzikekê bistirim min ê çarenûsa te li xwe bikira, li benda dema qîrîna te bigirim ser xwe bimama. Bêdengiya ku te ew bi qîrîna xwe ya kerr a dawî ji min re hiştibû. Tu ji bo firînê amade yî? Na, ne amade me.