Romana Bedran Hikmet Bedengi, çiroka demeke ye ku di rupelen diroka xwe de me bi awireki xas le neniheriye lewre ew li pişti tekçunen demen bere xwe maye u ji me re u weki şermeke her tim di pesira me de ye… Le diviya me zanibuya ku ji aliyeki din ve ew haziriya heybeteke di nava xwe de dihewine…. Pişti salen 1940'i wilo dixuye ku her kesi pala xwe daye diwareki u li qewiminen rabirduye diponije. Le çawa ku pir kes bere xwe didin rabirduya ku hebuna wan bi tene di nava we de watedar e, hin kes ji bere xwe didin dahatuya ku hebuna xwe ya muxeyel di nava we de dibinin. u wilo civak u takekes di nava şerma çirokeke rastin u sewiren demeke xeyali de diçin u ten…
Bedengi, a rast, li cihe ku denge derveyin diqede, hinge dengen bi ixtirasen ternexwir, bi xeyalen li pir dur, bi şermen ku hiç xwe nadin jibirkirin bilind dibin di dile wan de… Hin kes xwe bi meyleke hisi ve berdidin u hin kes dibin pirek di navbera van dem u hisen jeknegir de u di dile hin kesan de ji ev hemi his digihejin hev u dile wan dibe meydana şereki…
Bedengi hineki ji çiroka vi şeri ye ku carinan di navbera bav u laweki de, carinan di navbera du birayan de, carinan di navbera du evindaran de diqewime le carinan ji dileki xerib u sade ji xwe re dike meydan u wi/we mecburi vekirina ve gireka kujende dike…