Serê xelkê gundê Hamelînê, ji ber îstilaya mişkan di belayê de ye. Li her derê mişk hene û hemû xwarinên gundiyan dixwin. Navê gund, bi awayê "Gundê Bimişk" derdikeve. Xelkê gund, diçin vê rewşê li ba mixtarê xwe gilî dikin. Mixtar û azayên xwe dikin-nakin nizanin dê çareyeke çawa bibînin.
Tam di wê gavê de xortekî biyanî tê ba wan, dibêje: Eger hûn hezar zêrî bidin min, ez dikarim bi bilûra xwe gundê we ji mişkan rizgar bikim.
Mixtar got; ku tu mişkan derxî, tu çi bixwazî em pê razî ne. Bilûrvan, bilûra xwe derdixe û meqamekî xweş lêdixe. Hemû mişk mîna serxweşan didin pey wî.
Bilûrvan diçe xwe li çemê ber gund dixe û hemî mişkên li pey wî tê de dixeniqin.
Bilûrvan vedigere gund, da ku zêrên xwe ji muxtar bigre. Lê Mixtar soza xwe dişkîne û zêrên wî nadê.
Li ser vê yeke, Bilûrvan îja bi meqamekî din li bilûrê dixe…