Heval gava weneye rûye te ye geş
disa biriqi di behra birdanka min de
min xwe
li ser hespe biraninan siwar dît
di revitiya hevaltiya me de
me bi dileşi dîtibû
ew meriken li ber qudequda mirişkan
jiniken li ber qiqeqiqa diken fisek
kurk ketibiln li ser heken xwe
tevan di xewnen xwe de
wek mirişka birçi
xwe di embara garis de diditin
xapin bi baye deme
be azadi ü vin qaşo dijin!
heval!
bîranînen zarokatiya min furiyan
ü bedena min lerizandin
di ber awazen daye re
mejî ü dile min
ji wan sohbeten te
ku
timi birçiye wan büm
senfoniya melodiya hevaltiye dirişand
bi dilgeşiya ditina şûnşopen te
disa ketim şiversyn zarokatiya me