"Wext û zeman ketibû navê, rêvebirê nifûsê veguherîbû û yekî kurd hatibû ketibû şûna tirkê çûyî, dizî û pizî kêmtir bûbû li navçeyê (wilo digotin), polîs û guhbel bi dikandarên kurd re pêwendiyên xwe xweştir kiribûn, ketibûn li dû fîş û fatûreyan, her tişt bi deyn dikirrîn, navên wan li lênûskên deynê hatibû nivîsîn; Nûrî: Îstîxbarat, Kemal: Cîgir, Nazmî: Teror… şekir, nîsk,fasûlî, birinc, cixare, şekir, rûn, ampûl… Teror, Nazmî, şekir…"