Kurdan mêrxasî, egîdî, camêrî, evîn, êş, jan, tecrûbe, şîret, xwestin, xewn û xeyalên xwe bi çîrokan anîne zimên û vegotine. Ev çîrok nifş bi nifş ji kal û pîrên me gihîştine me.
Çîrokên me weke behrê ne, tenê di heşê mirovan de cemidî ne, ew ava pak û zelal naherike ku bigihîje nifşên nû daku zarokên me jê vexwin. Divê zarokên me ji wê avê vexwin ku heyatê bide civatê û çanda me şên û geş bibe:
…geh dibûm Mihemedê Pîrê, Kûrsan, Birayê Biçûk, geh dibûm zarok, Pîra Himhimî, Gur, Rovî… Geh min dida pey wan, geh wan dida pey min. Carinan jî dibûm Şêr û Şepal, min riya xwe şaş dikir û ne li gora çîrokê diçûm…