Eskerê Boyîk, di vê dem û çaxa me de, yek ji nivîskarên pênûsxurt û berhemdar ên Kurdên Qafqasan e. Deftera Kurdekî Penaber guldesteyek ji çîrokên wî ên tehmdar e. Her du çîrokên destpêkê - Deftera Kurdekî Penaber û Bihar – mîna du noveleyên dirêj jî dikarin bên xwendin. Çi ku di tehm, teşe, mantiq û avakarîya wan de hostetî û şopên novelîstan dîyar e. Her wiha temaya çîrokên di Deftera Kurdekî Penaber de wê enînivîsa reş a Kurdan a ku her tim arîşedarîyên nasnameyî, serpêhatîyên biêş ên Kurdên ku ji ber deroderobûn, zilm û zordarîya hatiye serî, asîmîlasyon, genîbûn, xirabûn û deformebûna kesayetîya karakterên Kurd li xerîbîyê; bi gotineke din di van çîrokan de xwendevan yek ji bergeha Kurdên sedsala bîstemîn ên ji cih û warê xwe dûrketî, hatiye dûrxistin ango sirgûn bûne û li welatên xerîb ku tevî nakokî û dilsozîyên xwe dijîn, dibîne. Di heman demê de Boyîk, bi jêhatîbûna hosteyekî ji metna nav destê xwe haydar, xwendevan bi xwe re bera nava hûrgilîyên jîyana rojane dide.