"Ez û dayika wê, em pê re çûbûn heta termînalê. Bi maç û hembêz me ew heta nava
otobêsa wê oxir kiribû. Otobêsa wê diviya rabûba lê ranebûbû, mabû. Li benda hatina
kesekî bû. Em li derve, li ber otobêsê, Gulperîka min di hûndurê wê de, dêmên rûyê wê bi
camê ve zeliqî, bi çavên şil li min û dayika xwe dinêrî. Dayika wê jî wekî wê digiriya. Min jî
dixwest ez bigirîm û agirê di nava dile xwe de bi hêstirên çavên xwe sar bikim. Lê min pêlî
dilê xwe dikir û ez nedigiriya. Ew dêmên wê yên dagirtî yên sorik ku bi cama otobêsê ve
zeliqandî, xwestekeke har û dîn xiste dilê min. Xwesteka ku ez herim cara dawî wê bigirim
ber hembêza xwe û ramûsînim. Her çû dîn û har bû. Xwe da ser tevayê êş û derdan û xwe
li tevayê hebûna min rapêça û zeft kir.
Lê, li hember wê car din jî min xwe zeft kir, şidand û şidand. Min xwe ji kirina wê girt. Ez
fikirîm ku eger ez vê bikim, ez dê çûna Gulperîka xwe ji bo wê zehmetir bikim. Min ji xwe
re ew heq nedît.
Lê va ye, hêj jî agirê wê xwesteka min a bêmirazmayî di dilê min de. Hêj jî wekî xwe û wê
gavê bi tîn, har û şewat, dîn."