Daristan, çem û çiya bi hev re dirûşmeya evînê diqîriyan. Rêwîtiya ber bi evînê de, li gora cihêtnameya simîrê azad diyar dibû. Dilê min ê dîn, xwe dixist dirûvê xerzikeke bitahm Aû reh û rîşalên xwe bera binê erdê dida. Hişê min, xwe bera ber tenişta evîndariya wêjeyê dida.