Folklor, sîstemek girîng e ji bo domandina çandê. Folklor, her wisa sîstemek neqilkirinê ye, ango hêjayiyên çanda civatê ji nifşekî derbasî nifşekî din dike. Folklor çavkaniya reh û kokên netewe ye. Netewe jî avahiya têkûz a çand û folklorê ye. Folklor avakarê çandek hevpar û homojen e.
Folklor wek şaxeke zanistiyê, werçerxiyaye û bûye şaxeke xweser û mezin îro. Ne tenê folklorzan, her wisa zimanzan, wêjezan, olzan, ruhzan û mirovzan jî bala xwe dane ser vê şaxa zanistiyê û lêkolîn kirine. Wêjezanan hêjayiyên çandî, zimanî û hunerî vekolane û di navbera wêjeya nivîskî û zargotinî da pirek saz kirine. Zimanzan wek etîmolojîk, xezîneya peyvan, zarava û devokan, têkiliya navbera zimanê kevin û nû, guherînên zimanî û avabûna rêzimanî bala xwe didin ser folklorê. Olzan lêkolînê li ser jiyana civakê, bîr û baweriyên wan ên kevin û nû, çanda olî ya ku di civatê da çêbûye û bandora wê û wekî din dikin. Ruhzan jî karekter, tevger û şexsiyetên ku di civatê da çêbûne, hest û ruhiyet, felsefa jiyanê vedikolin da ku karibin civata xwe û endamên wê baştir nas bikin.