Gula Elegezê, wekî wan dîwanên din ên Fêrîkê Ûsiv, mişt ji deng, reng û bi bîna siruşta welatê wî dagirtî ye. Ew bi zimanê xwe yî herikbar û a rojane gel pê diaxife rabûn, rûniştin, adet û toreya gelê xwe bi vegotineke edebî raberî me dike. Em baş zanin Fêrîk hostayê gotin û vegotinê bû. Çi tişta bidîta û çi tişta biqewimîya yekser xwe bera nav şi'ra wî dida. Ji ber wê şi'ra Fêrîk di heman demê de pirtûka agahdarî û zanîna rewşa cimaet û feraset û hişmendîya wan e. Hub û hez têmaya herî ber bi çav û jênager a Fêrîk e. Di vê dîwanê de jî hub û hez bi delalî û dilbijînîya xwe ji me re dibişire:
Xwezil, xwezil, ya min biyayî,
Xwezila bûka dîya min biyayî,
Te çok veda ber pîngê wê,
Serî bida ser sîngê wê,
Por û gulîyê xwe reş berda,
Dîya min porê te vegirta,
Û min destê wê yî çira
Li ser porê te paç kira...