Bêyom bûn xwişkên min. Heta wê şevê hêla din a sûrên bilind ên hesarê nedîtibûn. Bêzarî û acizîya wan wisa kir ku ez wî bikujim. Min dizanî her şev bahol, boxçe û sindoqên xwe vedikin ji derzî û sincax û gerdenbenda biqerenfîl, binkiras heta êlek û pêlavên xwe yên êmenî yên bûkanîya xwe derdixin û ji hev re nîşan didin. Piştî ku wan tiştên hûrik bêhn dikin dest bi girînê dikin û ji Xwedê re dia dikin ku rêya mêrekî ji eşîr û hesareke din şaş bike û li deriyê bilind ê keleha qeyrexwişkên min bide. Hesara bavê min, ango zindana kur û keçên wî, tewleya hesp û hêstirên wî, qefesa bilbilên wî, pîn û kolika kûçik, pisîk, kîvroşk û kevokên wî… Menzîlgeha yekem û dawî ya jinên wî…