Bavê Nazê di vê novela xwe de, pirsyara 'dînîtiya bi aqil' dike ku Îsmaîlê dîn, wekî dînekî ku di nav mirovên xwe biaqil dihesibînin de, li ser sê taybetiyan di nav civakê de heyî dibe: A yekem; Îsmaîl bi zarokan re şer dike. A duyem; Îsmaîl diçe keran. A sêyem; Îsmîal dilbijokiya jinan dike.
Lê Îsmaîlê ku li gor hesabê 'mirovên biaqil' dîn e, bi axayê mezin ê meyxur re diyalogeke wiha datîne:
- Îsmaîl, ka were, bi me re vexwe!
- Axe, ez û vexwarin?
- Bo çi? Qey tu bûyî sofî?
- Na, ez nebûme sofî, lê her ez venexwim…
- Îca bêje, ji ber çi?
- Axe, heger hûn vedixwin, ji bo ku hûn bibin weku min, lê ku ez vexwim, ez ê bibim weku kê?
Gava em bi xwendina novelê de diçin, em hay jê dibin ku; 'Hêsirên Gotina Bêgotin' girîna Sarê ya ker û lal e û evîna wê ya bi Metînî re ku her bi çav û dil bi hev re diaxivin û ji hev fam dikin.
Û mirina trajîk a Sarê,