Şairê gewre Fêrîkê Ûsiv, di Hesretdefterê de bi zimanê xwe ê herikbar, lîrîzma xwe a ji xwezaya welatê xwe standiye û bi vegotina xwe a sade û ji dil behsa xwe û rabirdûya xweş dike û ciwanî, hez û hubê bi bîr tîne. Behsa civat û cimaeta xwe û rabûn û rûniştina wan dike. Bi her şi'ra xwe jîyanê û hêza me a hezkirinê gurtir û tîrtir dike. Destana Rihana Reso û Hisret, kurteromanên derheqa jîyana cimaeta Fêrik e, ku ew wan rojên xweş û geş bi bîr tîne û hisreta wan rojan dikişîne. Fêrîk li gel van vegotinên bi keser behsa jîyana niha a kaltîya xwe dike û wekî psîkologekî ruh û gîyan û taswas û metirsîya kalekî ji me re vedibêje;
Wextê ez bûbûm bîst û pênc salî,
Min ji kêfa dil digot: Ez kal im…
Naha pêncî me, dibêjin: Kal î…
Ez dixeyîdim, ji dil dinalim.
Payîza emir ha hucûm dike,
Derp-derp lê dide, bê qudûm dike.
Em heyr-hisreta per û baska bûn,
Niha linga jî me merûm dike…