ZİMAN Û RAMAN
Di sale kî ber payîz da
Kerî dikşê ez li bendan
Kûçik sadiq li çar hêlan
Di parêzin pez ji gûran
Zer diweşin belgê daran
Li lat û çîyan da baran
Naçiq danî serok şivan
Berê kerî da guheran...
Birûsk veda çirûsk rakir
Guran bi serda pertavkir
Pez revîn û qareqarkir
Kûçik rewîn û hewarkir
Peştê demek gurek girtin
Post û eyar ji can kirin
Mîna kurdan ji nesle ki
Bi neyartî hev qirkirin
Çûme dema Anaerki
Raman ji hestan herikî
Di bestan de mîna Feqî
Jîyan ev bî kane heqqî?