Dil ve düşünce oluşu uzun bir süreç olup, içinde büyük birikimler barındırmaktadır, bilim insanları bu süreci, geçmiş iki milyon yıla kadar dayandırılmaktadırlar, bu süreç, her neslin tecrübe aktarmasıyle oluşmuş birikmiş ve çoğalmıştır, böylelikle, dilin temeli yavaş yavaş oluşmaya başlamış, olgunlaşmış, kemale ermiş ve insanların birbirine anlamaları, ilişki kurmaları, eserleri birbiriyla paylaşmaları, birbirilerini daha iyi tanıma ve yakınlaşmalarının tek iletişim aracı olmuştur, bu da, insanları, toplumları ve değişik kavimlar arasında ilişki kurmaya vesilesi olmuştur.
Kürtçe dilinin durumuna bakıldığında, araştırma ve geliştirme temelinde, Mir Celadet Ali Bedirxan'ın çalışmasını ayrı tutarsak, ne yazık ki, birçok tarihi, toplumsal ve politik kuşulardan ötürü, kürtçe dilinin gelişmesi için, gerektiği kadar ve önemde çalışma meydana çıkmamıştır.
Ülkenin kuzeyinde, 2000'li yıllardan sonra, TZP şemsiyesi altında 2006 da ''Kurdi Der'' derneği kuruldu, bununla birlikte, Kürtçe dili ve edebiyatıyle ilgili bir çok somut ve gözle görülür çalışmalar yürütülmüş, bir çok dilbilgisi ve eğitici kitaplar yayınlanmıştır, bölgede ve birçok Türkiye şehirlerinde Kurdi Der şubeleri açılmıştır.
Kürtçe dilinin resmi okulları olmadığından, öğretim ve eğitimi yalnızca kurslar vastasıyle yapılmaktadır, bundan dolayı, eğitim kitaplarına ihtiyaç meydana çıkmıştır, bunu gördüm ve bu nedenle hazırladığım ''kurdiya pratîk'' adında ilk denema kitabım 2015 yılında yayınlandı.
Elinizdeki bu ikinci kitabım ( Kurdiya Pratîk-2 ) kendi kendine, dışarıdan yardım almadan Kürtçe dilini öğrenmek isteyenlerin kolayca öğrenebileceği şekilde hazırladım.
kürt dili hakkında bazı bilgileri sunmak istiyorum; kürt dili, en büyük dil gurup olan Hint - Avrupa dil grubuna mensup, İran kolundan, kuzey batı dil ailesindendir. Zerdeşt Avesta kitabının yazıldığı Med dili, parthi ( pehlewi) dilidir ki aynı zaman da Kürtçe dilinin atası sayabileceğimiz bir dildir.
Kürtçe dilinin birkaç lehçesi vardır, bu lehçeler şunlardır: kurmanci, sorani, gorani (hewremani), kurmancki (dımıli-zazaki) ve lori.
Bu kitapta, dilbilgisi konular ve diyalog başlıkları çoğaltılarak öz ve açık şekilde yazılmıştır, okurların faydalanabileceği ve bilgisini artırabilecek birçok konu vardır, kitabın sonunda da küçük bir sözlük de eklenmiştir.
Bu kitapta, diyalog bölümünde, okurların Kürtçe kelimeleri daha kolay telaffüz etmeleri için, Türkçe ve Kürtçe cümleler dışında, Kürtçe cümlelerin okunuşu Türkçe harflerle ya-zılmıştır.
Umuyorum ki bu kitap Kürtçeyi öğrenmenizde yardımcı ola-caktır.
Ramazan Kaygısız
Pêvajoya pêkhatina ziman û ramanê pêvajoyek pirr dirêje, ev pêvajo danheviyek mezin di xwe de dihewîne. Zanyar, pêvajoya ziman dighînin heta du milyon salên borî, bi tecrubeya her nifşî, ev yek dewr bûye, zêde bûye û bi vî awayî, hêdî hêdî bingeha ziman hatiye afirandin, guncaw bûye kemiliye û bûye amûra tekane ya ku mirov ji hevûdû fam bikin, têkiliyan bi hev re çêkin, berheman bi hev re parve bikin, hevûdû bêhtir binasin û nêzî hev bibin, ev jî dibe wesîleya têkiliyê di navbera mirovan, civak û neteweyên cûda de.
Dema em li rewşa zimanê kurdî dinêrin, di warê lêkolîn û pêşxistina ziman de, mixabin, ji bilî xebata Mîr Celadet Elî Bedirxan, di hola zimanê kurdî de, ji ber hin şert û mercên tarîxî civakî û polîtik de, tu xebatên mezin û şênber derneketine holê.
Li bakurê welêt, piştî salên 2000 î di bin banê TZP'ê di sala 2006 an de saziya ''Kurdî Der'' hat damezirandin, pê re, gellek kar û xebatên şênber û berbiçav di qada ziman û wêjeya kurdî de hatin meşandin, gellek pirtûkên rêzmanî û hînker hatin çapkirin, li gellek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê şaxên Kurdî Der ê hatin vekirin.
Ji ber ku dibistanên fermî yên bi zimanê kurdî tune ne, zimanê kurdî, tenê bi riya qursan perwerdehî tê dayîn û tê fêrkirin. Lewma jî hewcedariya pirtûkên bi vî rengî derketin holê, ji ber wê jî, min pêwîstiya pirtûkek bi vî awayî dît û bîroka amadekirina vê pirtûkê bi min re çêbû.
Min pirtûka xwe ya ceribandinê ya ewil bi navê ( Kurdiya Piratik) di 2015an de çap kir. Ev pirtûka min ya duyemin ( Kurdiya Pratik-2 ) ya di destê we de, ji bo kesên bixwazin, ku xwe bi xwe, bê alîkariyekê ji derve bigrin, bikaribin bi hêsanî xwe hînî zimanê kurdî bikin, hatiye amadekirin.
Di vê navberê de, dixwazim hinek agahî, di derbarê zimanê kurdî de ji bo xwendevanên hêja pêşkêş bikim.
Zimanê kurdî ji koma herî mezin a zimanan, anku ji koma Hindo-Ewrûpî ye, ji malbata zimanê Îraniye, di nav vê malbatê de jî zimanê bakurê rojavayê Îranê ye. Zimanê Medî ku pirtûka Zerdeşt Avesta pê hatiye nivîsandin, anku zimanê parthî (pehlewî), ku mirov dikare wekî kalikê zimanê kurdî bihesibîn e.
Zimanê kurdî xwediye hinek zaravayane, zaravayên sereke yên zimanê kurdî ev in: kurmanciya jorîn (kurmancî), kurmanciya jêrîn(soranî), goranî (hewremanî), kurmanckî (dimilî-zazaki) û lorî.
Di vê pirtûkê de, min mijarên rêzimanî û diyalogê pirtir û bi awayekî kurt û zelal bi cih kiriye, gellek mijarên cûda cûda ku xwendevan ji bo bi pêşxistina hîndekariya xwe sûdê werbigrin hene, û di dawiya pirtûkê de ferhengokek heye.
Di vê pirtûka xwe de ji bilî hevokên tirkî û kurdî, min bilêvkirina hevokên kurdî bi tîpên tirkî nivîsandiye, da ku xwendevan bi hêsanîtir bikaribe hevokan kurdî bixwîne û bilêv bike.
Ez hêvîdarim ku ev pirtûk di fêrbûna kurdî de alîkariya we bike.
Ramazan Kaygısız