"Zirîpoşa tirko hat, şewla xwe dide ser xaniyên vî aliyî, kekê min got bila dernekeve devê dêrî."
Got bi micidî û laserk û demançeya lehîmê ji ber çavên min rakirin, ew xistine sindoqeke darîn û Qur'ana kaloyî jî danî ser devê wê, tirp û lempe temirand. Şewla zirîpoşê di pencereya berê wê li hewşê re bere bere hate ser rûdêna wê, sîngê wê dalêst, çû ser dîwêr, lê ji min negirt.
"Biyan!" min got di zikê wê tariyê de, dilê min çargopalî lê dixist, min ê tiştekî din bigotayê, heçku hest pê kiribû, jixwe hest pê dikir ku ez ne yekî normal im.