Gelo çıroka şoreşe, yan şoreşe çıroke?
Ve cehd u zehmetkeşiya Yaqob Tilermenı ya di oxira çıroke de şayanı şabane ye; lewra dihele ku em ve suwale ji xwe bikin:
"Gelo çıroke şoreşe, yan şoreşaçıroke?"
Çeşna nivise ya di kefa desten mirov de hilnaye ü weke zibeke şemetoki ya bi nave çıroke , ji ber ku li ser erdnigariyen cuda yen cihane ü bi zimane kurdi te nivisandin, xwedi gelek keşe ne. Ji lewra; kurden di nava sinoren welate Turkiye de dijin, bi zaravayen kurmanci u kirmancki di şert ü mercen dijwar de diaxivin ü ji derveyi qada fermi, hewl didin ku berhemen wejeyi binivisin. Ji ber hinde ye ku carina weşanen kurdi weke dijberen birdoza fermi tene nalebarkirin, carina helbestek ü çend reziken niviseke bi heman sedeman dibe hinceta berevkirina kovar, rojname ü pirtükan. Digel ku li hin zaningehan hinkirina zimane kurdi weke lisansa bilind te dayin ji, nave beşe di ferhenga fermi ya yöke (Saziya Hinkirina Bilind) de weke "Zimanen Zindi" cih digire. Carina li dadgehan dadmend ü dozger ji zimane kurden ku didarizinin re dibejin, "Zimane Naye Zanin" ü bi vi hawi dixin zepten fermi yen dewlete. Digel ve rewşe wejevanen vi zimani ji, weke reflekseke dixwazin hina betir pirtükan binivisin ü hilberina nivise bi awayeki dijeberi bikin; le ne bi xemen poetik, betir bi berteken politik ü armanca parastine dinivisin. Dema ku mirov li ser Çiroken Zimane Çarpari raweste, dive ve rastiye di ser guhen xwe re neaveje.