Merwan gotibû çirqî Misto ji xwe lûleya çeka xwe rakiribû jî. Tirsa Misto ya mirinê di carek de derbas bibû û niha kenekî ketibû ser lêva wî ya tenik. Tiliya xwe ya li ser tetîkê şidand. Merwan li benda qulqulîkirina zikê xwe ma. Berê lûleya Misto li zikê wî bû. Tu tişt di ber çavên Merwan re derbas nebû. Tu dîmenekî jiyana wî nehat hişê wî. Ne gund, ne lêyîstokên zarokatiyê, ne sobeberiyên li behra wanê, ne heft salên mekteba seretayî, ne Stenbol û ne jî çiya. Tu dibê qey ji roja ku ji dayîka Sehdet bûye heta niha hema wisa li ber devê mirinê bûye. Ji bilî vê demê ti demekî wî tunebû. Ti nav û ti sûret jî nedihatin hişê wî. Tenê li benda teqîna berikan bû, ku bedena wî bike weka qulên seredê. Dibûya ku di dûv re jiyana wî hemû di carekî de bihatana ber çavên wî. Lê niha tenê kêliyeke cemidandî hebû. Misto qe ne-sekînî. Pê li tetîkê kir û go 'çirq'.