Bi arê sirûdên berxwedanê
Dikewînin devê birînên xwe yek bi yek
Xoşewîstên azadiyê
Xewneke bêdawî ye lewra
Raza jiyanê di bîra hişê wan de
Bextewariyên xwe diyariyî çiyan dikin
Hêvî û xweziyên xwe yên zêrîn ko bi ko
Ji bo neçilmisin nêrgîzên dilan
Êş û xemên xwe
Di pêlên çemê xewnan de berdidin
Û
Ruhê xwe
Bi alaya azadiyê dipêçin reng bi reng…