Wekî ku ji navê xwe jî dîyar e; Fêrîk, di vê dîwanê de bi dengekî zelal û kubar, bi zimanekî herikbar û ji kanîya toreya Kurdî derbûyî û bi hest û hîsên dildarekî şi'rên xwe lê dike. Em di wan de kubarî û henûnîya dengbêjîya Kurmancîyê û ahenga xweza û cimaetê dibînin. Lîrîka, hez û huba şairekî ku kare çendî bilind be û çawa kare li ser nirx û puteyên herêmbûnê şax vede û ji wir xwe ragihîne zeryaya cîhanî a ruh û gîyanê mirovîn şanî me dide. Bi kurtayî şi'ra Fêrîk, terazûyeke bi aheng e ku di navbera dil û hiş de diçe û tê:
Wê got: Ger min pir hiz dikî,
Sur-sêra me beyan neke…
Ger min kel û gur hiz dikî,
Muhbeta me eyan neke…
Min go: Sebram, can û ceger,
Çawa bikim sur neçe der?. . .
Axir muhbet agir e ger,
Sura êgir dû dide der…