Pîrê her dem mijûl bû. Wexta ku tu cih nedimalişt, dîsan jî melkesa wê li gel wê bû. Li ber derîyê hewşê,
li ser dikê rûdinişt, li kolanê û kesên ku tê re dibuhurîn temaşe dikir, hemî kesên ku di kolanê re derbas dibûn silav lê dikirin, bêhnikekê li gel diman çend gotin pê re diaxivîn û paşê bi rêya xwe de diçûn. Ji ber xûyê wê yê xweş û nasîna wê ya bi gelek kesan re, li kolanê êdî wekî navnîşaneke taybetî bû, niştecîhan ew welê dihesiband. Heger ku pirsên hinekan di heqê kolanê yan rûniştevanên wê de hebûna dê rasterast bihatana ba pîra Eyşê û jê pirs bikirana.