Siparişleriniz 24 Saatte Kargoda Siparişleriniz 24 Saatte Kargoda Siparişleriniz 24 Saatte Kargoda Siparişleriniz 24 Saatte Kargoda

Maciriya Hemidiyeki - Rojniviska Mela Mihemede Zilani

Mela Mihemed, di bîst saliya xwe de tevlî Alayên Hemîdiyê dibe. Di bin emrê Kor Huseyn Paşayê Heyderî de çend salan li herêma Eledaxê dimîne. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li hemberî Artêşa Ûris li eniya Milazgirê şer dike. Di dawiyê de, alaya ku ew tê de têk diçe. Û devera Gelîyê Zîlan jî tê de, tevahiya Serhedê ji aliyê Artêşa Ûris ve tê dagirkirin. Ji ber hindê, ew û malbata xwe ber bi Başûr ve koç dike. Rêwîtiya wî û malbata wî, ji Erdîşê dest pê dike û li Entabê bi dawî dibe.

Ev kitêb bi mijara xwe gelekî girîng e. Ji ber ku bi awayekî rojnivîskî behsa parçeyek koça Kurdan ya wan salan dike. Mela Mihemed, di reva xwe ya ji ber Artêşa Ûris de serpêhatî û hestên xwe bi helbestî nivîsandine

Devamını Oku
Trendkitap Fiyatı :
100,00 TL
70,00 TL
%30indirim
Hızlı Gönderi
Güvenli Alışveriş
İade ve Değişim
Benzer Ürünler
Size nasıl yardımcı olabiliriz?
Yükleniyor...