Tori, li navçeya Tore, li bajare Midayde, ji dayikeke Amedi u bi baveki Midyadi di sala 1931 de hate dine. Dabistana seretayi li bajare xwe, dabistana mamostayiye ji li bajare Erganiye Dicle Köy Enstitüsü qedand. Tori, çaven xwe di xezaniyeke giran de vekir. Ev xezani di tev jiyana wi de, der je neqeriyaye. Pişti gedandina dabistana serateyiye, li peşerojen xwe hur bu. Di ve hurbune de, peşerojen xwe di tariye de dit. Ti ronahi le xwiya nedikir. Le disa li we ronayiye geriya. De ragihi we ronahiye, ji male terqiya. Di peşberi de wi gelek xeter hebun. Le ew liqayi wan xeteran nebu. Di salen xwendine de her tişt li gora dile wi çareser bun. Bi qedandina dabistane, xezani ve care li gund u bajaren le mamosteyi kiri, derketine peşberi wi. Suxteyen wi ji layi wi pexwas bun. Niv ter u tazi jiyana xwe didomandin, bi savar u niska riji, nane cehi jiyana xwe didomandin. Di ve naviye de, di evinen wi de ji ew xezani bi tev giraniyen xwe ve derketine bere. Be goman tev ev ne bitene li peşberi wi, peşberi tev kesen civaka wi de ji bun. Ne xwe diviya tev pirsen civake bene ditin u nivisandin. Ji ve dest bi nivisandina kurteçirokan kir. Ew kurteçiroken wi pişt ra di pertükeke bi nave 'Qolinc' de hatine civandin u dane weşandin. Di pay ve pertuke de, bi nave Şilan de pertukeke din ya kurteçirokan da weşandin. Tori seba ko ji welate xwe u ji nav miroven xwe dur ket, ji boni mideke kurt der ji nivisandina kurteçirokan geriya. Xwe da nivisandina pertuken hevotine, dirok, kultur u zimane xwe ye demaki. Di vi wari de çend pertuk nivisand. Hin ji wanan hej nehatine çapkirin le benden wi yen divi wari de nivisandi, di kovar u rojnameyen Kurdan de hatine weşandin u hej tene weşin. Kurteçiroken ko di pertukan de cih girti u roman naveroken xwe ji buyeren civaki disitenin. Dema ko ev çirok u roman hatine xwendin we gelek pirsen civake derkevine hole u bene nasin. Nasina pirsan ji we çareserkirina xwe bi xwe re benin.