Zor caran edeb ew rêkar e ji bo yê mirov hest û hizrên xwe tê de tomar dikirin, hewil dida bi ciwantirîn wêneyên dahênanê nimayiş bike, dahênan jî di nivîsanê de weku rexnegirê romanivîs Kolln Willson pesin dike, piroseka bi zehmet e weku bi serkeftinê ye ji bo serê milekê, kesên lawaz dikevin û paşpaşkî vedigerin, kesên xwedan îradeka bi hêz dibine nivîskarên şareza û navdar, heta nivîsîn jî, ji hejî nasnavê dahênan bibe, gereke xwe bi şêwazekî nimayiş bike ku hîç delîvê nehêle û xwendevan neçar bike heta dûmahî tîp û riste pê ve bête girêdan û di gel de bijî, weku mamostayê edebê Erebî Dr. Samî Qire amajê pê dike û dibêje; "xwendin heta radeyekî weku vegêrana ayetên quranê ye", ji ber ku di pirosa xwendinê de xwendevan ji cîhana xwe ya asayî qut dibe û tevlî cîhana nivîskarî û ezmûna wî dibe, di wê pêvajûyê de xwendevan nax û peywendî û jîwar û rûdanên dewrûberên xwe nas dike, lew ra eger xwendin pencerek be ji bo bazdanê ji ketwarî. Hevdem derwazê vegeriyanê ye ji bo heman jîwar.Reng e roman yek e ji tuxmên edebî yên zortirîn maweyê ji bo xwendevan berceste dike da têkilî ezmûna nivîser ya miştî dahênan û şarezaya jiyanewer û cîhana wî ya xeyalî bibe, ne ku tinê di gel hejmara rûpelan û dirêjiya demê ya nivîsînê mijûl bibe. Ji ber ku roman rûdanên zêdetir û mewdayên demên dirêjtir ji regezên di peyv û riste û peregirafan de têne rêzkirin bi xwe ve digire.
Li gora bûyerên romanê û ristina bi hêz ya nivîskar pêximet gehiştina encam û armancê dadirêje, delîva hevrikiyên navxweyî ji bo kesatiyan ferahim dibe, di encam de roman rûber û mewdayên cihdemkî yên berîn û fireh terz û şêwazên nivîsanê yên heme cûr dafirîne, hebûna vê saxletê jî pêdivî bi romanivîsekî heye ku dîmenên ji rûdanan bilindtir nîşa xwendevan bide û pêgehên kesatiyan di romanê de û nêzîkbûna wan ji hevdu û velvînên di navbera wan de di deq û diyalogê de bi zelalî diyar bike.