Peyv nameke dîrokî ye, lewre peyv li ser koka xwe dijî. Ew peyv ji dîrokê heya niha wekî namekî digihîje me. Ew peyva ku heya hatiye li vê demê gelek dijwarî kişandiye. Hin caran di nava hevokên zanyar û feylezofan de derbas bûye û bûye amûrên fikir û ramanan, hin caran li kolanan de li ser zimanên zarokan herikiye, hin caran li devê mîr û paşayan de bûye sedema şer û cenga, hin caran li ser nameyên evîndaran bûye sond û evîn û hezkirin, hin caran li devê kevokên nûçevan de bûye xeber û nûçeyeke gelek girîng û jîyanî, hin caran li ser lêvên dayikan ji bo zar û zêçên xwe bûye dua û nivêj, hin caran li nava pirtûkên pîroz de bûye peyam ji bo hemû mirovahiyê. Lewre helbestvanê navdar Yunus Emre;
Sözü bilen kişinin yüzünü ak ede bir söz
Sözü pişirip diyenin işini sağ ede bir söz
Söz ola kese savaşı, söz ola kestire başı
Söz ola ağulu aşı, bal ile yağ ede bir söz
Aniye ziman. Soz û gotin û hevok û deng hemû ji peyvan wate hildidin. Loma pêwîst e ku em wateya peyvan bizanibin. Eger ku em wate û meneya peyvan winda bikin. Cihana me wê teng bibe. Ev rewş ji bo hemû zimanan rewacdar e. Zanyar û zimanzanên weka Ehmedê Xanî cihana me mirovan fireh dike. Lewre her peyvek wateyeke, her carî ku em peyvekî û bi wateya wê hîn bibin em dinyaya xwe fireh dikin û sinorên xwe ji nû ve xêz dikin.