Adet bû; dîkê kê têk biçûya xwediyê wî kêr dida berkurka dîkê xwe û ew ser jê dikir. wê şevê berî kêra xwe li hev biceribînin, wan ewilî bi hev re kêr da stûyê dîkên xwe û xwîna reş ya dîkên xwe herikand nava teştê. dîkên ji ber şer ji qidûm ketî neperpitîn jî... bîskeke din kêrên wan di destê wan de, tevî wê xeleka mirovan, tevî dûman û cixareyên wan, tevî wê ronahiya zenûn û tîr derketin rastika ber qahwexaneyê.
Ji çîroka "şerê du dîkên qoqo"