Neviyê mamoste Orhan pêşwaziya Sînemê kir û ew bi hevre çûn nexweşxaneyê.
Doxtor tenê ji bo deh deqîqe destûr da. Sînem bi kelecanek mezin kete hundir. Hêdîka ber bi nivîna mamoste ve çû. Mamoste bi dengekî lawaz got:
-Tu neviya Dilşayê yî?
-Belê ezbenî, te çawa zanî?
-Tu gelek dişibî pîrika xwe. Min qet çavxezala xwe jibîr nekir!
Mamoste Orhan hemû gotinên xwe ên ku dixwest ji Sînemê re vebêje, ji ber bêtaqetiya xwe dadiqurtand…
Sînemê ji çentê xwe desmala ku pîrika wê bi qenewîçe neqişandibû dîrêjî mamoste kir. Mamoste ew da ber pozê xwe, pê hêstirên çavê xwe paqij kir û ji neviyê xwe re gotina xwe ya dawî got:
-Dema ez mirim vê desmalê bikin nav kefenê min.
Nivîskar di van çîrokan de bi zimanekî nûjen evîn, kul û keser û pirsgirêkên jina Kurd anîye ziman. Her weha di naveroka van çîrokan de berxwedana jin û keçên Kurd jî xuya dibe. Hinek caran têkiliyên nifşê nû û yê berê bi çavê lehengên çirokên xwe tîne pêşberî me.