Qerasê mîna yên pêşîya qemyonê di qasê de rûniştine. Hemû zilaman, simbêlên xwe ba dane û her yer şevqeyek heyştgoşe dane serê xwe û di wê çilê havînê de êlek û çakêt li xwe kirine û çarmêrkî li erda qemyonê rûniştine. Simbêlê wan ji vexwarina tûtinê zer bûye û şerwelê wan di nava tozê de reng guherîbû.
- Selamin alêykum gelî camêra!
- Serçava Hecî! De li vê qozîyê cîyekî bide xwe û rûnê! Ji me re jî dua bike ku me tu siwar kirî. Tu dibînî ku hemû qase tije ye. Gava Hecî çavên xwe li qaseyê gerand bi rastî jî bi zahmetî cîyê rûniştina wan ma bû.