Heke em zimên bi tenê wekî navgîna ragihandin û jihevfamkirinê qebûl bikin, wê ji gelek alîyan ve kêmasî bimînin û em ê di warê kartêka wî ya li ser mirovan û tevkarîya wî ya bo teşegirtina jîyana mirov û neteweyan ji agahî û nirxandinan dûr bimînin. Ziman berî her tiştî bi kartêka xwe ya ku li ser jîyan û gîyanê mirovan û bi taybetî li ser neteweyan dike, bi mirovan re arîşeya hebûnê jî çêdike. Arîşeya ketî behsê, ji ber pircureyîbûna zimanan e ku mirov gava hay ji vê pircureyîyê dibin, bi jêcihêbûna xwe dihisin û jê û şûnde êdî hebûna mirovan li wan dibe gelemşe û êdî zimanê xwe û digel wê jî çanda xwe di ser vê arîşedarîyê re li xwe qebûl dikin. Û hest û xwazeke xwezayî bi wan re çêdibe bo xwedîtîlêkirina çand û zimanê xwe; û wekî refleks an jî hînbûyîneke hebûnê, hewla parastina cihêtîya çand û zimanê xwe jî bi mirovan re dide der.