Vedat Türkali bi tecrûbeya xwe ya sînemayê ya bi salan û bi dîtina xwe ya xurt lehengên vê romanê afirandine. Ev ew leheng in ku êşên civakê û nexweşîyên erkdarîya Komara Tirkî yên serdemekê wekî awêneya rimildarekî dide ber çavan. Rojekê Bi Tena Serê Xwe mûcîzeyek e. Dîmenên li pêşberî me ne lê -de ji çi sedemê bin- em nabînin yan jî ên em nîvco dibînin vedibêje. Wan temam dike. Pirî caran me, kesên li dora me di bîra me de tîne. Qewamên bi serê me de hatine, ên dil û hinavên me roj bi roj dikurisînin di bîra me de tîne.
Piştî xwendina Rojekê Bi Tena Serê Xwe, mirov êdî bi çavekî din li mirovan dinêre. Li dilê mirovan dinêre, li mirûzê wan... Hew ne li Cağaloğlu, Tahtakale, Şişli û Beyoğluyê, ên mîna Kenan li Sûka Qaçaxçîyan, li Sûka Şewitî, Xançepek, li tevger û komeleyên Kurdistanê jî dijîn. Kesên tofan li serê wan gerîyane, ên bi tena serê xwe ne, ên xwe bi xwe diaxivin… Kenan jî yek ji wan kesan e ku di binê barê sûcdarîya ku bi salan ketîye ser hev, yek ji wan kesan e ku bizdîyaye û xwe li sitareya zewacê girtiye. Xwestîye xwe ji komunîstîyê bişo. Lê ev sîwan ne ew derman e ku birînên wî bidebirîne, soma wî ya şikestî bicebirîne.
Belkî Günsela wêrek, a sosyalist be dermanê Kenan. Belkî jî na… Kî dizane... Bi wergera Tehsîn Baravî çêja zimanekî Kurdewar wergertîye û şahberhemeke ji wêjeya Cîhanê bûye milkê Kurdî.