Not: Kitabın arkasındaki karekodu okutarak youtube üzerinden de hikayeyi dinleyebilirsiniz.
Rojnivîska min a delal,
Gava min ev gotin ji Ehmedê Xanî bihîstin, min hema zû, xatirê xwe jê xwest, ez bi lez ji wir derketim û li rêya mala xwe geriyam. Piştî demekê çawa çêbû ez jî nizanim hew 23
min dît ku ez li ber derê mala xwe me. Ez bi ber holika bin baxçeyê ve çûm, gava ez ketim hundirê holikê, min dît ku va ye Mircanê li ser çêjikên xwe rûniştiye û wan dialêse. Weke Ehmedê Xanî gotibû, çar heb çêjik bûn, sisê ji wan spî û yek ji wan jî reş û belek bûn. Ez ecêbmayî mam. Ez bi dîtina Mircanê pir şa bûbûm, piştre min her çar çêjikan bi naz û delalî xist nava pêşa xwe û anî mal.