Not: Kitabın arkasındaki karekodu okutarak youtube üzerinden de hikayeyi dinleyebilirsiniz.
Rojnivîska min a şîrîn,
Gava em ketin hundirê konê min pê zanî ku ev kon, konê Temir Axa ye û yê kal jî Temir Axa bi xwe ye.
Temir Axa silavên wan wergirt û got:
– Hûn bi xêr hatine. Em li benda we bûn.
Hê deh deqe di ser de nebuhurî bû, keçeke pir rind û bedew di destên wê de tepsiya qehweyê hat hundir. Min zanî ku ew jî Edûle ye. Çavên min ma lê, Edûle tepsiya qehweyê li hemû mêrên wir gerand lê kesekî fîncana qehwê hilnegirt, heya dor hat Dewrêş. Dewrêş fincana qehweyê li ser tepsiya Edûleyê hilda, li nav çavên Edûleyê nihêrî û bi carekê de vexwar, dû re fincana vala danî ser tepsiyê