Not: Kitabın arkasındaki karekodu okutarak youtube üzerinden de hikayeyi dinleyebilirsiniz.
Rojnivîska min a xoşevîst,
Çawa min ew dîtin, min pê zanî ku ew Evdalê Zeynikê ye û yê cem wî jî Temo ye. Va ye dîsa bi awayekî efsunî ez çûbûm, ser dewra Evdalê Zeynikê. Temo hat li ber min sekinî. Gava Temo sekinî, Evdal strana xwe qut kir û ew jî sekinî. Hêj wan ji min nepirsî min got:
– Oxira we ser xêrê be, hûn ji ku tên û bi kû ve diçin?
Temo got:
– Her du çavên bavê min kor bûne û her du baskên qulinga me jî şikestine. Em ketine li ser rêyan û li hekîmek digerin. Dibe ku li gundekî, li çolekê an jî li ser rêyekê rastê me bê