Sal Mîna Bawîşkan Derbas Dibin ji çar çîrokan pêk tê. Ev çîrokana bi naveroka xwe ji hev diqetin, lê dîsa jî di ber hev û di ser hev ra derbas dibin û zimanekî wan yê hevpar çêdibe. Kesên di van çîrokan da şev û rojên xwe baş ji hev dernaxin, dilê wan meskenê kul û derdan e û çîroka xwe mînanî niviştekê bi xwe ra digerînin, lê dawiya dawî roj, meh û sal mîna bawîşkan derbas dibin û her kes di halê xwe da fenanî agirê cixareyê hêdî hêdî dişewite.
Nîhatê Hecî Şakir di vê berhema xwe ya ewil da xwe dispêre zimanê kilamên dengbêjan û bi Kurmanciyeke fesîh dinivîsîne, lê gava dinivîsîne jî ji vî zimanî kêm nake û vî zimanê ji bona çîrokên fesilandiye li hev zêde dike. Loma jî ev berhem bi çar çîrokên di xwe da dihewîne di heman demê da derçûna şêweya nivîskarekî nû ye.