Eman li min…
Ez, mîrê vê herêmê
Şêrgelê vê daristanê
Îro bê dost û heval im
Ji şer û pevçûnê bê hal im
Ji fêlbaz û zordaran
Heta teyr û tilûran
Daxwaz dikim dostaniyê
Ji bo aştî û hevaltiyê
Ez mîrê zindîweran
Fermanê didim hemûyan
Ji her kesî re aştî
Heta hetayê aramî