Siparişleriniz 24 Saatte Kargoda Siparişleriniz 24 Saatte Kargoda Siparişleriniz 24 Saatte Kargoda Siparişleriniz 24 Saatte Kargoda

Sihren Mizewran

Ez ji serboriya xwe ya haîkûnivîsînê pak pê beled im ku haîkû, wek sonnetan, xezelan, coupletan û terzên poetîk î şêwemehdûd î dîtir, ber'eksê texmîna gelek kesan ku lewane ye li cem xwe bibêjin kurt e û ma çi ye, şêweyekî dijwar û tev çiya û çelixt e, çi ku her zehmettir e wekî qelema şa'iriyê bişêt tixûbên teswîrkariya dûr û dirêj bişikêne ku di gerdûna wê ya xas de şa'ir lê baniyaye û exlebe ji her şa'irî nayê ku çilk û dilopên belor ên bizavên siruşta bixulexul bi sê risteyan û hevdeh kîteyan li sîngê demê nîgar bike bi mandegarî. Ji dewra Matsûo Başoyê japonî ta bi Jack Kerouacê emrîkî û Berken Bereh û gelekên dîtir ên kurd, weku di Sihrên Mizewran a enwaê' newadir û cewahir û elwanê nefais a şa'ir Ergîn Sertemî de hatiye, haîkû kurttirîn qebare ye, lê kûrtirîn nîgar e:

Xanîkê tenê

Li xeta rêl-zeviyan

Paceyên ronî

Bi Sihrên Mizewran a haîkûnameya rengesmanî re Ergîn Sertem ê 'esilba yê şa'ir, wergêr û zimannas û ekterê xas ê vê dewra zimanê me keşkola haîkûyên bi kurdmancî hem bi xweşikî vedijîne, hem jî tixûbên haîkûnivîsînê berfirehtir dike, bi hêz û şiyana wî "ezmanê dî" yê ku ji gerdûna Ehmedê Xanî û Mela Se'îd Şemdînanî xwe gihandiye heyna Fêrîkê Ûsiv û heyama me hemûyan.

Haîkûyên Sihrên Mizewran hûrgiliyên rewneq ên xasenezera xaseşa'ir Ergîn Sertemî ne, ku ruhdêr û nayab in.

Kawa Nemir

Devamını Oku
Trendkitap Fiyatı :
90,00 TL
67,50 TL
%25indirim
En geç 27 Aralık Cuma günü kargoda!
Adet
Havale/EFT ile 66,15 TL
Hızlı Gönderi
Güvenli Alışveriş
İade ve Değişim
Benzer Ürünler
Yükleniyor...