Kesên ku ji mêj ve ye te nas dikirin ecêbmayî diman li rexî vê hezkirina te. Li der û cîranan û heta li dê û bavê min pir ecêb dihat hezkirina te ya keçekê. Lewra ji berê ve te ji zarokên keç heznedikir. Te digot "Qîz kîngê hebe dibin qîzên xelkê lê kur çiqas pîs bin jî kurê me ne." Heta jidayikbûna min jî kesekî nedîtibû ku tu bi zarokeke keç re şa bûyî, te ew daye milê xwe û ew maçî kiriye. Navê min jî te Nefel danîbû. Di wê şeva ku kerb û dilşadî tevlihev bûbû wextê bavê min bi madekî têkçûyî ji te re gotibû "Dadê, Nesîbe rehet bû; du kur mirin, qîzek Xwedê kir nesîbê me" te jê re gotibû "Xema nexwo. Kes ji Xwedê mezintir tuneye, tu kes jî jê çêtir nizane. Biryar li ser biryara wî nayê dayîn. Bila navê wê Nefel be. Ewê jî weke nefelê qurmek be lêbelê sê pel û sê giyan dê di xwe de bihewîne."