Ev kitêba bi navê Tarîxa Meyafarqînê, derheqê Dewleta Merwaniyan de çavkaniya sereke ye. Ji hêla Îbnu'l-Ezreq ve (1116-1181) hatiye nivîsîn, ku ew bi xwe jî ji Farqînê ye; lewma nîsbeta wî bi awayê el-Fariqî ye.
Ev kitêb, yek ji wan berheman e ku mîna Ansîklopediyekê li ser bûyerên serdema navîn gelek agahiyên berfireh î girîng pêşkêşî me dike. Belkî ji navê kitêbê yê Tarîxa Meyafarqînê tê gumankirin ku Îbnu'l-Ezreq, hew li ser bajarê Farqînê û bûyerên wê nivîsiye; lê ya rastî ew çawa li ser avakirina Farqînê ya kevnar ku di serdema Bizansî û Sasaniyan de pêk hatibû, agahiyên dûr û dirêj dide; herweha ew gelek agahiyên berfireh î girîng ên tarîxî, kultirî û siyasî derbarê serdemên berê de jî dide, xasma jî yên sedsala şeşan/dozdeyan, ku Îbnu'l-Ezreq bi xwe jî tê de jiyaye.
Ew, ji bilî agahiyên giştî li ser xelîfeyên Emewî û Ebasiyan digel desthilatdarî û xanedaniyên serdest û bindest ên hawirdorên xelîfeyan -mîna Buweyhî, Selçûqî û yên din-, ew li ser xanedanî û desthilatên tabi'ên wan jî rawestiyaye. Ji nav wan jî ew bi taybetî li ser mîrnişînî û xanedaniyên ku li Meyafarqîn û Amedê digel navçe û herêmên ser wan hikûm kirine, disekine. Lê herî bêhtir jî ew agahiyên berfireh li ser desthilatdariya Hemdanî, Merwanî, Artuqî û Sekmanên Xelatê dide.
Herweha ew bi kurtî be jî li ser navçe û deverên ser Diyarê Bekir û hinek jî Diyarê Muder (Tor) rawestiyaye. Û carna jî şaxa xwe avêtiye heya Welatê Jorîn û Qafqasan; mîna Abxaz, Gurc û yên din jî. Çawa ku kêm-zêde tibabek agahî li ser dewleta Zengî û ya Eyyûbiyan jî daye.
Wî li ser dema Nûreddîn Zengî, rêwingiya ber bi Misrê ve ya Şêrkoh îbn Şadî û biraziyê wî Selaheddînê Eyûbî û rêwîtiya Necmeddîn Eyyûb ya dûvre jî agahiyên kurt dane.
Weşanxaneya Nûbiharê, sala 2014an pêşîn çapa vê kitêbê ya Erebî -bi amadekariya Dr. Kerîm Farûq el-Xûlî & Yusuf Baluken- weşandibû, vêga jî çapa wê ya Kurdî/Kurmancî -bi wergera Emîn Narozî- diweşîne.