Ew kese ku di nav agire xwe de disoje, dişewite u dibe mistek xweli u hewaye ve berba dibe, ji goşten xwe pak bike, weki ku Hafiz dibeje: 'Difirim, xweliye min bi hewa dikeve, de veguheze min' Heke mirovek ji xweliye xwe veguheze xwe, ew edi ji goşt u heltiye pe ve tişteki din e."Mebesta jiyane xwelibun e, tunebun e yani?""Ji bo evindare rasteqin, bele. Guh bide ez axaftineki di navebera pervane u finde bejim te re. Perwane ji finde re dibeje, evindar ez im, şewalt li min te, ye bi ax u nalinan bi giriye bikeve ez im, gelo tu çima digiri, find, wey evina min e reben dibeje, ji gava şerina min bi neheqi ji neste min hatiye sitandin weki Ferhad girin u nalin li min te, bi vi awayi hem diaxive u hem ji rondikan ji çavan dibarine; tu, li şewqa min a roni geş dike nenihere, li agire weki lehiyeki dabare u di hinava min de dikerike u min dişewitine binihere, evindariya te idiayeki puç e, ne sebr heye bi te re u ne tebat, hema ji ber şewqeki biçuk ji direvi tu, le ez heta tune dibim dişewitim u dilhelim li ser piyan diminim, weki te ji ber şewqa naqrevim!