Wek şaxek ji hunerên bedew, metnên menzûm ên edebiyata Kurdî ya klasîk ji aliyê estetîka derekî û navekî ve dibin qada lêkolînên zanistî. Di metnên klasîk de estetîk û huner herî zêde di ruxsara metnê û aliyê wê yê derekî de xwe dide der. Bêguman di edebiyata klasîk de tema û mijar ku hêmanên bingehîn ên naverokê ne girîng in, lêbelê xweseriya vê edebiyatê herî zêde di estetîk û hunerê de ye. Ji ber vê taybetiyê ye ku di metnên klasîk de wate her dem digel forma xwe tê parastin, lêbelê di metnên dî de gelek caran form têk diçe û tenê wate dimîne. Di teşe, rîtm, belaxet û şêwaza metnên Kurdî yên klasîk de ku kêm zêde beramberî poetîk, retorîk û stîlîstîka