Eskerê boyîk, di çîrokên xwe de, him "bûyer" ji xezeba şîroveyê xelas kiriye, him xwendevan ji guhdarîkirina çîrokên do.
Awireke modern li zimanê rojane zêde kiriye, û bi zimanê rojane berê me daye tabloyên zindî,
Ku qewmîn û zirrbobelatên ecêb di nava xwe de dihewîne.
Di çîrokên wî de, "bûyer" ne li do ne. Zindî ne, û di vê gavê de, li ber çavên me diqewimin. Na, na, em bi xwe jî di nav de ne. Heta bi ruhê me jî dişewite, û em bi bêhna ruhê xwe'y birajtî dihesin.