... Di binê me de malek vala bûbû. Pîqabek hat li ber bînayê sekinî. Zilamekî dirêj î bi simbêl, du kurikên biçûk, Cibo û dêya wî jê daketin. Çend parçe eşya di paş erebeyê de bûn. Daxistin, avêtin malê. Ez bi Cibo re peyivîm. Bi qasî min bû. "… Zaza…" digot. Wî Kurmancî fam nedikir, min jî Zazakî.
Pê re erebokeke fêkîyan kirî bavê wî. Yeka sêteker. Hîn ter bû textên wê, bêhna daran jê dihat. Sebze û mêwe difirot, kuçe bi kuçe. Êvaran, erebok bi caxên paceya malê ve qufle dikir. Şevekê ereboka wan dizîn. "… dizek, sûtalên bajêr in… fêhlên wan…" digot bavê wî. Li du-sê heban xist. Dev û pozê wan di xwînê de hişt. Çend rojan li dû ereboka xwe gerîya, nedît. Dev jê berda. Bavê min jê re qala Çarşîya Hemalan kir. Êdî bi hev du re diçûn Xaçerêka Baxlera, li qehwexaneya hemalan rûdiniştin...