Ew gundê ku ez lê çebume û lê mezin bûme, berê malek bû, mal jî xwedan mî û zeviyekê bû, ev roj jî bûye xwedî terş û zeviyên bêsînor. Binaxa gundê me di nava zinarên bilind û asê de, li ser girekî bilind, ji layê zilamekî ve hatiye danan. Evî zilamî, keça mîrekê mezin revandiye û ji ber tirsa mîr xwe li vê devera asê veşartiye. Kengî hev revandine xwe avêtine bextê van zinar û pesaran. Ew cihekî saw bû bêkes û kûs bû. Her wisa jî pir asê bû. Evê çendê jî hêla ku ji destrijêjiyê bêne parastin. Li wê derê dimîne û sal û demsal diçin. Piştî çend salan dibe gundek û navê wî gundî jî, ji Layê gundên din ve dibe Gundê Mihê, ji layê gundiyan bi xwe jî, dibe Gundê Mihemmed. Ew gundê tirsê û evîniyê bûye. Tirs a Mîr, evîn a keça mîr bû. Ew keça mîrekî bû, lê dilê wê ê kurekî belengaz û bêmal bû.