Dema dî Deriyê Mêrdînê re derbasî derveyî bâjêr bû, berê xwe da meskenê reva ji bîreweriyê, pala xwe Birca Bizinê. Varjabêd qasekê guhdariya der û dorê kir, pê bawer bû ku bi tenê ye, bêhna ku bi bayê hênik re ji Baxçeyên Hewselê ji nav spîndaran dihat mîna ku ji baxçeyê bavê wî yê li hemberî Quleyteynê bê, kişand hundirê xwe û bi degekî nizm, bi îske'isk dest bi strana gorî û gurbaniyên fermanê kir.
Ji nedî dîsa ji paş ve pêjna tiştekî kir. Rabû ser piyan û pala xwe da dîwer, hêdî hêdî ber bi ciyê deng jê ve dihat ve. Dema gihîşt qorziyê, dit ku yekî bi cilên reş, ber bi navbirên ve direve.