Siparişleriniz 24 Saatte Kargoda Siparişleriniz 24 Saatte Kargoda Siparişleriniz 24 Saatte Kargoda Siparişleriniz 24 Saatte Kargoda

Xeliya Spi

Qedera Xaylaza Reşîd jî wekî qedera gelek Kurdan bûye. Di dema qira sedsala 20'î a here mezin, ku Împêratorîya Osmanîyê anî serê Ermenîyan û Kurdên Êzdî, malbeta kal û bavê wê jî ji welêt revî, hat li gundê Pampa Kurda li Ermenîstanê hêwirî, paşê Xaylaz bo xwendinê çû Rewanê, dû re çûye Tbîlîsîya paytextê Gurcistanê û ne xuya ye wê tevayîya emirê xwe li wir bimîne, an wê qederê dîsa bi me û bi wê bilîze.

Xaylaza Reşîd bi hinek helbestên xwe ve wê zincîrê diqetîne, ku erf û edetê miletîyê bi wê evîna paqij qefs kirine, di hinek helbestan da ew qeyd û çîdarên astengîyê ên li ser evînê hûrxweş dike, di hinek helbestan de jî ew bi evîna xwe a paqij û zelal, helal û delal kelemçeya neheq ku kirine dilê evîndaran, bi nermî û nazikayî ji hev dike.

Dixwazim binivîsim,
Ne helbestvan im,
Dixwazim rabim wêneyekê
Bidime ber xwe bikişînim,
Nexşa lê kim,
Wîîî…
Nikarim, ka huner?…
Huner tune…
Dil jî tijî ye…
La kavil bûyê li serê min de
Lê wê çawa be,
Ku de herim?…

Devamını Oku
Trendkitap Fiyatı :
166,00 TL
124,50 TL
%25indirim
Hızlı Gönderi
Güvenli Alışveriş
İade ve Değişim
Benzer Ürünler
Size nasıl yardımcı olabiliriz?
Yükleniyor...