Li dangî gundê hejar û dêm rezekî gelek mezin hebû, heta tu bêjî rezekî xweş bû û coyên avê di nav re dikişiyan xwarê, dar û berên rezî tijjî fêkî bûn. Rez ewqasî bi dar û dehl bû, heke te bi dûrbînê ji aliyekî binêrtayê te aliyê dî nedidît.
Axayê gundî, berî çend salan zeviyên gundî li gundiyan parve kiribûn û ev rezê adan jî ji xwe re hiştibû. Helbet zeviyên gundiyan deşt û bi dar û rêl nebûn. Bi ser de dêm bûn, ava wan nebû. Li nava gelî de deştek rasteber hebû. Aha wirê rezê axê bû. Gundiyan li zeviyên xwe yên li ber pal û pesaran genim û ceh diçand.