Dibarî barî barî
Baraneke xweş barî
Gul vebû bilbil kenî
Agir gurr bû li banî
Çavên har dikevin dar
Derd û xem gêr dibin xwar
Ji kûr dengek hate der
Bi hewar û bi keder
Baranê rakiribû lehî
Dar bişkivîn bi şahî
Nêrgizan kiribû kenî
Xwezayê kesk li xwe danî
Baranê wekî bêhna gulan
Sermistî da niştinan
Ji kûr dengek hate der
Bi hewar û bi keder